Karesateke din di komgeheke Komisyona Hilbijartinên Iraqê de çêbû
Li yek ji komgehên Komisyona bilind a Hilbijartinên Iraqê de li Bexdayê, bi sedema ketina amêran, karmendekî Komisyonê canê xwe jidest da û hejmarek karmendên din jî birîndar bûn.
K24 - Navenda Nûçeyan
Li yek ji komgehên Komisyona bilind a Hilbijartinên Iraqê de li Bexdayê, bi sedema ketina amêran, karmendekî Komisyonê canê xwe jidest da û hejmarek karmendên din jî birîndar bûn.
Endamê Encûmena Komisyarên Komisyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê Seîd Kakeyî ragihand, ku îro di dema karkirinê li komgeha amêrên jimartina dengan de, li navçeya Kerx li Bexdayê, refên amêran bi ser çend karmendan ketin û di encamê de karmendekî canê xwe jidest da û çend karmendên din jî bi giranî birîndar bûn".
Ev yek di demekê de ye, ku roja 10/6/2018an li navçeya Risafe ya Bexdayê, yek ji komgehên Komisyonê şewitî û tevahiya amêrên cudakirina dengan û gellek sindoq şewitîn. Li gorî gotina serokê komîta lêkolînê li ser wê bûyerê, paşmayên benzîn li cihê bûyerê hat dîtin û biryara desteserkirina hejmarek kes hat dayin.
N.O