John Bolton: Beşar Esed ne pirsgirêkeke stiratîjî ye

Bolton: Bi rastî ez ne di wê baweriyê de me, ku Beşar Esed pirsgirêkeke stiratîjî ye, ji ber ku pirsgirêk Îran e.

K24 - Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê serokê Amerîka John Bolton di hevpeyvînekê de li gel kenala CBS got: Bi rastî ez ne di wê baweriyê de me, ku Beşar Esed pirsgirêkeke stiratîjî ye, ji ber ku pirsgirêk Îran e.

Bolton di wê hevdîtinê de got jî: Ne tenê ji bo programê etomî, Îran wek pirsgirêkeke stiratîjî tê dîtin, lê ji ber piştevaniya wê ya berdewam ji terorê re û hebûna hêzên wê li rojhilata navîn, ew bi çavê pirsgirêkê tê dîtin.

Amerîka ji destpêka kirîza Sûryê ve, daxwaza derketina Beşar Esed ji desthilatê dikir û Esed wek berpirs û sedema yekem ya çêbûna wê kirîzê didît.

N.O