PDK li dijî derengxistina hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê ye

Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di Parlemantoya Kurdistanê de Omêd Xoşnaw radigihîne, ti sedemek ji bo derengxistina hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê nîn e û beşek ji pirsgirêkên ku niha hene, bi riya hilbijartinan çareser dibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Omêd Xoşnaw ji K24ê re ragihand, ti sedemek ji derengxistina hilbijartinan re nîn e. Em wek Fraksiyona PDKê bi çi awayekî ne bi derengxistina hilbijartinan re ne. Hêvîdar in aliyên din jî bîr li derengxistina hilbijartinan nebin, ji ber ku ew ne di berjewendiya kesek de ye.”

Got jî: “Hin alî ji proseya demokrasiyê, vê xula parlemantoyê û kapîneya hikûmî vekişiyane û pêwîstî heye ku hilbijartin bên kirin. Di baweriya me de, beşek ji pirsgirêkên ku niha li Herêma kurdistanê henem dê bi riya hilbijartinan re bêne çarserkirin.”

Ev di demekê de ye, Serokwezîrê Herêma Kurdisyanê roja 30î Îlona îsal bo birêvebirina proseya hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê diyar kiribû.  

S, B