YNK: Em qebûl nakin bi tenê li Kerkûkê deng bên hejmartin
Hemecan: Em bi zelalî dibêjin, YNK vî tiştî qebûl nake, heger hemû dengên Kerkûkê bi destan bên jimartin, bila yên hemû Iraq bên hejmartin, ji ber ku hemû bi yek yasayê bûne.
K24 - Navenda Nûçeyan
Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê ragihand, ku piroseya bidest hejmartina dengên nêzîkî 400 sindoqên 7 parêzgehan destpê kiriye û di nav wan de wê dengên hin sindoqan li Kerkûkê jî bên jimartin û Biryar e dawiya vê mehê encamên wê hejmartinê bên eşkere kirin.
Li ser pirsa bidest hejmartina dengan li Kekrûkê, endamê polîtbîroya YNK Hakim Qadir Hemecan di kongirekî rojnamevanî de ragihand, ku hejmartina dengên wan sindoqên ku gilî li ser wan hatine kirin, tiştekî asayî ye, lê hejmartina dengan bi awayekî giştî, karekî nedirust e, ji ber ku hilbijartin li hemû Iraq bi yek yasayê hatin encamdan, di warê yasayî û siyasî de yek pirose ye. Lewma nabe tenê li Kerkûkê hemû deng bidest bên hejmartin.
Hemecan got: Em bi zelalî dibêjin, ku YNK vî tiştî qebûl nake, heger deng bi destan bên jimartin, bila yên hemû Iraq bên hejmartin, ji ber ku hemû bi yek yasayê bûne.
N.O