Iraq amadeye ligel Tirkiye hevkariyê dijî PKK bike
Berdevkê Wezareta derve ya Iraqê Ehmed Mehcûb ragihandiye ku, di têkoşîna dijî PKK de amade ne ligel Tirkiye hevkariyê bikin
K24 – Navenda Nûçeyan
Ligor medya Tirkiye berdevkê Wezareta derve ya Iraqê Ehmed Mehcûb ragihandiye ku, di têkoşîna dijî PKK de amade ne ligel Tirkiye hevkariyê bikin.
Ehmed Mehcûb di hevdîtina ligel rojnamevanên Iraqî û biyanî de diyar kiriye ku, PKK ji nîvê salên 1980an ve li herêmê heye û ew amade ne ligel Tirkiye her hevkariya pêwîst bikin.
C.B