Nêçîrvan Barzanî: Nabe ti aliyek ji nava xaka Kurdistanê ve êrîşî ser welatekî cîran bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ew rijd in ku hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê di dema xwe diyarkirî de birêve biçe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ew rijd in ku hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê di dema xwe diyarkirî de birêve biçe.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî civîna Encûmena Wezîran di konferanseke rojnamevanî de got: “Li ser proseya hinartina petrolê ligel kompaniyên taybet bi hûrî me guftûgo kir û di rojên bê de bi date , hejmar û zanyariyan bi ronî belav dikin.”

Derbarê hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got: “Rijd in li ser encamdana hilbijartinan di dema xwe diyarkirî de.”

Herwiha derbarê paşxistina hilbijartinan jî got: “Ta niha ti aliyekî bi fermî daxwaza paşxistina hilbijartinan nekiriye.

Tekezî li ser wê yekê jî kir, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) rijd e ku hilbijartin di dema xwe de bêne kirin, ku biryar e 30î Êlona bê werin birêve biçe.

Li ser teqînên ku di komgehên çek û teqemeniyan de li Herêma Kurdistanê çê rû didin, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got: “Komîtek ji bo lêkolînê di wan teqînan de bike hatiye pêkanîn, li benda encamên lokînê dimînin.”

Li ser pêwendiya telefonî ya ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan, Nêçîrvan Barzanî got: “Pêwendiya telefonî zêdetir ji bo pîrozkirina hilbijartinên Tirkiyê bû. Hêvîdar im di rojên pêş de guftûgo derbarê pêwendiyên di navbera me de hebe.”

Derbarê êrîşên Tirkiyê li ser Herêma Kurdistanê de, got: “Sedema êrîşên Tirkiyê li ser xaka Herêma Kurdistanê ew e, PKK ji nava xaka Herêma Kurdistanê ve êrîşî ser hêzên Tirkiyê dike. Em ligel wê yekê ne ku ti aliyekî opozîsyon ji nava xaka Kurdistanê ve êrîşî ser welatekî cîran neke, ji ber ku ev berpirsatiya me ya Herêma Kurdistanê.”

Herwiha got: “Me daxwaz ji opozîsyona Îranê û PKKê jî kiriye, ku nabe xaka Herêma Kurdistanê bikar bînin û êrîş bikin. ji ber xelkê me ziyanê ji vê yekê dibîne.”

 

S. B