Heya niha 311 kes ji ber operasyona Der`a hatine kuştin
Li gorî Navenda Belgekirina Tawanan, di nav wê hejmarê de, 218 welatiyên sivîl hene û 93 ji çekdarên Artêşa Sûryê ne.
K24 - Navenda Nûçeyan
Navenda Belgekirinê Tawanan li bajarê Der'a yê başûrê Sûryê, ragihand ku ji destpêka operasyona rêjîma Sûryê li ser wê parêzgehê û heya niha, wan kuştina 311 kesî li parêzgeha Der'a bibelge kirine.
Li gorî Navenda Belgekirinê, di nav wê hejmarê de, 218 welatiyên sivîl hene û 93 ji çekdarên Artêşa Sûryê ne.
Herwiha diyar kir, ku firokeyên Rûsî 6 kumkujî di derheqê sivîlan de, li tevahiya parêzgeha Der'a encam dane.
Operasyona hêzên rêjîma Sûryê, li ser parêzgeha Der`a, di 19 meha derbasbûyî de, destpê kir û heya niha jî berdewam e, li gorî Navenda Lihevanînê ya Rûsî, heya niha gellek navçe razîbûne, çekên xwe radest bikin û lihevkirinê bikin.
N.O