Encûmena Asayişa Navdewletî ji bo Der'ayê dicive
Encûmena Asayişa Navdewletî li ser daxwaza Siwêdê derbarê rewşa başûrê Sûriyê rewşa mirovî li Der'ayê de dicive.
K24 – Navenda Nûçeyan
Encûmena Asayişa Navdewletî li ser daxwaza Siwêdê derbarê rewşa başûrê Sûriyê rewşa mirovî li Der'ayê de dicive.
Biryar e îro Encûmena Asayia Navdewletî civîneke taybet bi rewşa Der'a bidar bixe. Nûnerê Siwêdê li Netewên Yekgirtî ragihand, wan ji nivîsgeha Netewên Yekgirtî kiriye, rewşa mirovî li Der'ayê bişopîne û rêkarên pêwîst bigirine ber.
Artêşa Sûriyê û ji 19ê Hezîranê ve operasyonek li başûrê Sûriyê û parêzgeha Der'ayê dest pê kiriye, ta niha jî nêzîkî 270 hezar welatî ji ber rewşa şer reviyane nêzîkî sînorê Urdinê.
Parêzgeha Der'a li başûrê Sûriyê û nêzîkî sînorê bi Urdinê re, Hikûmeta wî welatî ragihand, ku amade ye alîkariyên mirovî pêşkêşî koçberên Sûriyê bike, lê ew rê nade koçber derbasî nava Urdinê bibin.
S. B