Hevpeymaniya Navdewletî: Em li bakûrê rojhelatê Sûriyê dimînin

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAÎŞê tekez dike, ew dê li Bakûrê Rojhelatê Sûriyê bimînin

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAÎŞê tekez dike, ew dê li Bakûrê Rojhelatê Sûriyê bimînin.

Şandek Efserên pilebilind ên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAÎŞê duhî seredana bajarokê Şedadê yê başûrê Hesekê kir û digel berpirsên kantona Hesekê û Civatên Sivîl ên Şedadê û Erîşa civiya.

Ligor Nûçegihanê Kurdistan 24, di civînê de, Şanda Hevpeymanan ragihand, ew dê li Sûriyê bimînin ta ku şaneyên nivistî yên DAÎŞê nemîn in û aramî vegera navçeyê.

Di derbarê gefên Hikûmeta Sûriyê, Şanda Hevpeymanan tekez kir, ew di sozên xwe yên di derbarê parastina deverê de berdewam dibin, ta ku çareyeke siyasî ji krîza Sûriyê re bê dîtin.

Herweha di civînê de, behsa rewşa ewlekarî û xizmetguzarî ya deverê hat kirin.

 

 

C.B