Opozisyona Sûryê û Rûsya li ser rewşa Der'a danûstendinan dikin

Frans Press: Encûmena Ewlehiya Navdewletî di civîna xwe ya duh de û ji ber helwesta Rûsî, ti daxuyanî derbarê rewşa başûrê Sûryê dernexist.

K24 - Navenda Nûçeyan

Rêvebirê nivîsgeha ragihandinê di odeya operasyonên navendî de, li başûrê Sûryê Hisên Ebû Zêd ji ajansa Frans Press re ragihand, ku danûstendin di navbera wan û aliyê Rûsî de, wê dubare destpê bikin û ew li bendî ne ku cihê civînê were destnîşankirin.

Hisên Ebû Zêd diyar kir, ku civîn wê îro destpê bike û ew daxwaz dikin ku gerentiyeke rastiyane ji danûstendinan re hebe û di bin siya navdewletî de birêve biçin.

Roja Çarşemê derbasbûyî, danûstendinên di navebra Rûsya û aliyên dijberiya Sûryê de bê encam rawestiyan, ew jî piştî ku dijberiya Sûrî mercên Rûsya red kir, di encamê de Artêşa Sûryê êrîşên xwe li dijî parêzgeha Der'a tundtir kir.

Li aliyekî din jî, Ajansa Frans Press ragihand, ku Encûmena Ewlehiya Navdewletî di civîna xwe ya duh de û ji ber helwesta Rûsî, ti daxuyanî derbarê rewşa başûrê Sûryê dernexist.

Li ser wê mijarê Nûnerê Rûsya di Netewên Yekgirtî de zelal kir, endamên Encûmena Ewlehiyê giringiyê didin rawestandina şer û Rûsya giringiyê dide şerê li dijî terorê.

Bi gotina (Vasili Nepnzia) ew di xalekê de bi wan welatan re lihev dikin, ew jî pêwîstiya veguhestina alîkariyên mirovî ye ji bo wan kesên ku pêdiviya wan bi alîkariyan heye.

N.O