Trump: Di hemû temenê xwe de amade me li gel Putin bicivim
Trump: Di demeke nêzîk de ezê li gel Putin bicivim û hemû tişt wê bi başî birêve biçin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Serokê Amerîka Donald Trump ragihand, ku dîdara li gel serokê Rûsya Vladimir Putin, wê berhemdar be û di hemû jiyana xwe de ew amade ye li gel Putin bicive.
Trump ji alîgirên xwe re, li wîlayeta Muntana ya bakurê rojavayê Amerîka got: Di demeke nêzîk de ezê li gel Putin bicivim û hemû tişt wê bi başî birêve biçin.
Herwiha Trump rexne li wan kesan kir, ku naxwazin pêwendiyên Amerîka û Rûsya û Çîn asayî bibin.
Çaverê ye di 16ê vê mehê de, li paytexta Finlenda li bajarê Hêlsinikî Putin û Trump ji bo gotûbêjkirina pirsa hebûna Îranê li Sûrya gotûbêj bikin.
Jêder: RT
N.O