Çarşema bê Serokwezîrê Israîlê seredana Mosko dike
Medya Israîlî: Di wê civînê de, wê serokwezîrê Israîlê li gel Putin rewşa Sûryê bi giştî û ya başûrê wî welatî bi taybetî gengeşe bike, herwiha wê gotûbêjan li ser pirogramê etomî yê Îranê jî bikin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Dîwana serokwezîriya Israîlê ragihand, ku roja Çarşema bê, wê serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu seredana Mosko bike û li gel serokê Rûsya Vladimir Putin bicive.
Dîwana serokwezîriya Israîlê ti zanyarî derbarê naveroka wê serdanê û mijarên ku di civîna Netanhayu û Putin de bên behskirin, eşkere nekir.
Ji aliyê xwe ve medya Israîlê ragihand, ku di wê civînê de, wê serokwezîrê Israîlê li gel Putin rewşa Sûryê bi giştî û ya başûrê wî welatî bi taybetî gengeşe bike, herwiha wê gotûbêjan li ser pirogramê etomî yê Îranê jî bikin.
Ji destpêka vê salê ve û heya niha, ev sêyemîn car e Netanyahu seredana Mosko dike û li gel Putin gefên hebûna Îranê li nav axa Sûryê li ser ewlehiya Israîlê gotûbêj dike.
N.O