Hevpeymaniya Navdewletî: Hin alî dixwazin pêwendiyên me û HSDê têk bidin
James Girard: Îran roleke xerab li Sûrya dilîze û ti aramî pêk neaniye, lê berûvajî wê yekê, Îran piştevaniya tundî û terorê dike.
K24 - Navenda Nûçeyan
Fermandarê hêzên taybet ên Hevpeymaniya Navdewletî ceneral James Girard ragihand, ku hin alî hene dixwazin pêwendiyên di navbera wan û Hêzên Sûrya Demokrat de têk bidin.
James Girard diyar kir, ku hêzên Hevpeymanan wê li Sûryê bimînin heya piroseya siyasî li wî welatî yekalî bibe.
Girard tekez kir, ku hin alî hene dixwazin pêwendiyên di navbera wan û HSD de têk bidin û bizavan dikin ku baweriya di navbera wan de bişkînin, lê bi gotina wî ceneralî: Hîn şerê li dijî DAIŞê bidawî nebû ye û armanca Hevpeymaniya Navdewletî ew e, ku hêzên xwe li Sûryê bihêle heya rêxistina DAIŞê bidawî bînin.
Herwiha navhatî got jî: Îran roleke xerab li Sûrya dilîze û ti aramî pêk neaniye, lê berûvajî wê yekê, Îran piştevaniya tundî û terorê dike.
N.O