Li Qibêsînê 3 kes di teqînekê de canê xwe jidest dan
Di encama teqînekê li bajarokê Qibêsîn ê Kurdnişîn li bakurê rojhilatê Helebê de 3 kes hatin kuştin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di encama teqînekê li bajarokê Qibêsîn ê Kurdnişîn li bakurê rojhilatê Helebê de 3 kes hatin kuştin.
Li bajarokê Qibêsînê ku piraniya niştecihên wî Kurd in, mortorseklek hate teqandin û di encamê de 3 kes hatin kuştin û 14 kesên din jî birîndar bûn.
Li gor jêderên meydanî, di nava qurbaniyan de zarokek hebû.
Bajarokê Qubêsînê 47 K.M li bakurê rojhilatê Helebê ye, piraniya xelkê wî Kurd in û di bin kontrola çekdarên Mertala Feratê de ye.
S. B