Perleman hilbijartinên Kurdistan gotûbêj dike

Wê îro Perlemana Kurdistanê pirojeyasaya rastkirina yasaya bikirêdana xaniyan û pirojebiryara tapokirina wan zeviyên ku zêdegavî li ser wan bûne, gotûbêj bike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Îro Perlemana Kurdistyanê, bi amadebûna endamên civata komisyaran dicive û mijara hilbijartinên Kurdistanê û çend pirojeyasayan gotûbêj dike.

Desteya Serokatiya Perlemana Kurdistanê, vexwendinek ji bo perlementeran şand û karnameya civînê eşkere kir, li gorî wê karnameyê, wê perleman pirojeyasaya girêdayî xanî û avahiyan û pirojeyasaya bibazarkirina berhemên cotkaran gotûbêj bike.

Her bi amadebûna endamên civata komisyaran, wê pirsa amadekariyên hilbijartinên Perlemana Kurdistanê jî were gotûbêjkirin, ku biryar e sîhê Êlûna dahatî bên kirin.

Li gorî karnameyê, wê Perlemana Kurdistanê pirojeyasaya rastkirina yasaya bikirêdana xaniyan û pirojebiryara tapokirina wan zeviyên ku zêdegavî li ser wan bûne, gotûbêj bike.

N.O