Wezîrê Derve yê Brîtanyayê dest ji kar vekişand
Nivîsgeha Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May ragehand ku, îro Duşemê Wezîrê Derve yê Brîtanyayê dest ji kar kişand.

K24 – Navenda Nûçeyan
Nivîsgeha Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May ragehand ku, îro Duşemê Wezîrê Derve yê Brîtanyayê dest ji kar kişand.
Di daxuyaniya ku ji ofîsa Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May de de hat ku, îro dest ji kar kêşana Wezîrê Derve Boris Johnson hat qebûl kirin.
Destkişandina Boris Johnson piştî rojekê ji destkişandina Wezîrê Karûbarên Vekişîna ji Yekîtiya Ewropayê David Davis tê.
Herwiha daxuyaniyê da zanîn ku, hikûmet dê di demeke nêzîk de Wezîrê Derve yê nû destnîşan dike.
S. B