Nişîngeha Hewlêrê biryareke nû ji bo îqama Kurdên Rojavayê Kurdistanê derxist
Nişîngeha Hewlêrê: Penaberên Rojavayê Kurdistanê, yên ku berî niha mafê penaberiyê li Herêma Kurdistanê jidest dabûn, karin careke din wî mafî werbigirin
K24 - Navenda Nûçeyan
Rêvebirê giştî yê rêveberiya nişîngeha Hewlêrê Yadgar Enwer ji nûçegihana Kurdistan24ê Çîmen Adil re ragihand, ku li ser fermana wezîrê navxwe yê Herêma Kurdistanê, biryar hat stendin, ku penaberên Rojavayê Kurdistanê, yên ku berî niha mafê penaberiyê li Herêma Kurdistanê jidest dabûn, karin careke din bi hevrêziyê li gel rêxistinên Netewên Yekgirtî li Herêma Kurdistanê, mafê penaberiyê werbigirin.
Yadgar Enwer diyar kir, ku ew kesên mafê penaberiyê jidest dane, berî niha ew maf li Herêma Kurdistanê wergirtibûn, lê ji ber ku ji Kurdistanê derketibûn û çûbûn welatekî din, wan ew maf jidest dan, niha piştî biryara nû, ew karin careke din wî mafî werbigirin.
N.O