Mihemed Salih: Vegera Efrîniyan rê li ber guhartina demografî digire

Siyasetmedarê Efrînî Mihemed Salih li ser guhartina demografiya Efrînê ji K24ê re ragihand, proseya guhartina demokgrafî li Efrînê ji damezrandina Rêveberiya Xweser li Efrînê ve dest pê kir û ku Erebên ji navçeyên cuda yên Sûriyê li Efrînê dihatin bicihkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Siyasetmedarê Efrînî Mihemed Salih li ser guhartina demografiya Efrînê ji K24ê re ragihand, proseya guhartina demokgrafî li Efrînê ji damezrandina Rêveberiya Xweser li Efrînê ve dest pê kir û ku Erebên ji navçeyên cuda yên Sûriyê li Efrînê dihatin bicihkirin.

Siyasetmedarê ji Efrînê Mihemed Salih Got jî, rêgirtina li ber bicihkirina Ereban li Efrînê ew e, çek û grûpên çekdar li Efrînê nemînin û aramî lê peyda bibe, da ku xelkê Efrînê yê koçber bûye vegere ser mal û milkên xwe. Tevî rewşa nebaş a Efrînê ji dizî, talan, girtin û eşkenceyê jî zêdetir ji sedî 65 welatiyên Efrînê vegeriyane. Efrînî bi xak û zeytûna xwe ve girêdayî ne.

Li ser encûmenên sivîl ên xwecihî yên piştî dagîrkirina Efrînê hatine damezrandin Mihemed Salih got, hebûna wan erênî bû û karîn ta radeyekê xizmeta gelê Efrînê bikin û alîkar bûn ji bo vegera xelkê Efrînê.

Mihemed Salih amaje bi xelkê Efrînê yên koçberî navçeyên bakurê Helebê bûne kir, ku rewşa wan ne baş e, ji aliyekî nasnameyên Îranî didin wan, ji aliyekî bi zorê dibin bo leşkeriya rêjîma Sûriyê. Herwiha ta niha ti alîkariyên mirovî ji wan re nehatine kirin. Xelkê Efrînî li derbideriyê birîcî û nexweş û bê hevkarî ye.

Mihemed Salih got jî, Ji bo rewşa Efrînê civaka navdewletî û Tirkiyê berpirs e. Bi biryarek navdewletî û bi erêkirina Rûsya û Amerîka Tirkiye derbasî Efrîn bûn, derketina wê Efrînê jî dê zehmet be, heger ne bi biyareke navdewletî be.

Li ser rewşa tevgera Kurdî li Rojavayê Kurdistanê û erkên wê li hember Efrînê, Mihemed Salih got, ji destpêka krîza Sûriyê ve TEV-DEM û ENKSê şerê hevdu kirine, ta karek ji Rojavayê Kurdistanê û Efrînê re bê kirin, divê destpêkê ew şerê hev nekin. Herwiha pêwîst e piştevaniya encûmenên xwecihî yên Efrînê û polîsa medenî bikin, da ku aramî vegere ji xelkê Efrînê re.

  

 

S. B