Ji ber çêbûna tundiyê xwepêşanderek li Besra hat kuştin

Ev bûn heft roj xwepêşandanên nerazîbûn û dilgiraniya xelkê li bajarê Besra berdewam in û îro bi gulleyên hêzên emnî, xwepêşanderek hat kuştin û 3yên din birîndar bûn.

K24 - Navenda Nûçeyan

Ev bûn heft roj xwepêşandanên nerazîbûn û dilgiraniya xelkê li bajarê Besra berdewam in û îro bi gulleyên hêzên emnî, xwepêşanderek hat kuştin û 3yên din birîndar bûn.

Nûçegihanê Kurdistan24ê li Besra ragihgand, ku hêzên emnî tevahiya riyên serekî birrîne û dewamê fermî jî li parêzgehê hat rawestandin û xwepêşandanên nerazîbûnê destpê kirine.

Nûçegihanê Kurdistan24ê diyar kir, ku xwepêşanderan bizav kirin derbasî avahiya Encûmena Parêzgeha Besra bibin, lê hêzên emnî gulle bi ser wan de berdan û xwestin wan ji hev belav bikin, di encamê de, heya niha xwepêşanderek hatiye kuştin û 3yên din birîndar bûne.

Li gorî ajansa Reutersê, di roja heftan a xwepêşandanên Besra de, tundî zêdetir bûye û hêzên polis ji bo rê li ber xwepêşanderan bigirin, çekan bikartînin.

Li gorî daxuyaniyên polîsê Besra, ji ber ku xwepêşanderan bizav kirin derbasî nav dezgehên hikûmî bibin, polîs teqe û gaza rondikrêj ji bo belavkirina xwepêşanderan bikar anî.

N.O

Fly Erbil Advertisment