Wezîrê derve yê Almanya gefê li Trump dike
Wezîrê derve yê Almanya Heiko Maas, hişyariyê dide serokê Amerîka Donald Trump, ku bi tena xwe û li ser hesabê hevpeymanên xwe yên Ewropî, rêketinan bi Rûsya re neke.
K24 - Navenda Nûçeyan
Wezîrê derve yê Almanya Heiko Maas, hişyariyê dide serokê Amerîka Donald Trump, ku bi tena xwe û li ser hesabê hevpeymanên xwe yên Ewropî, rêketinan bi Rûsya re neke.
Biryar e sibe Trump û Putin li paytexta welatê Finlanda bicivin, ev jî yekem car e, ku herdu serok civîneke hevbeş lidar dixin.
Di dema dawî de, pêwendiyên Trump li gel welatên Ewropa aloz bibûn, û welatên Ewropî di wê tirsê de ne, ku Trump ji bo berjewendiyên xwe li gel Rûsya pêkbîne, berjewendiyên Ewropa piştguh bike.
Di daxuyaniyekê de, ji rojnameya Bild Zeitung a Almanî re, wezîrê derve yê Almanya got: Rêketina yek alî ya Trump li ser hesabê hevpeymanên Amerîka, wê ziyanê li Amerîka bi xwe bike.
Berî niha jî Trump, Almanya tometbar kiribû, ku di warê diravî de Alîkariya Rûsya dike, bi riya kirrîna gaza siruştî ya Rûsî, di demekê de, ku Amerîka gellek pereyan xerc dike, daku Ewropa ji Rûsya biparêze.
N.OTop of Form