Beşek ji hêzên Iraqî ji Kerkûkê vekişiyan

Ji bo parastina ewlehiya parêzgehên navend û başûrê Iraqê bikin, hêzên bersivdana bilez û polîsê federal ji Kerkûkê hatin vekişandin û ber bi başûrê Iraqê ve birê ketin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Ji bo parastina ewlehiya parêzgehên navend û başûrê Iraqê bikin, hêzên bersivdana bilez û polîsê federal ji Kerkûkê hatin vekişandin û ber bi wan parêzgehan ve birê ketin.

Peyvdarê Heşda Şeibî li Kerkûkê (Elî Hisênî) ragihand, ku li ser biryara serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, hêzên bersivdana bilez û polîsên federalî ji sînorên parêzgeha Kerkûkê hatin kişandin û ber bi parêzgehên başûr û navenda Iraqê ve çûn.

Peyvdarê milîsên Heşdê got jî: Armanca kişandina wan hêzan, parastina ewlehî û aramiya parêzgehên başûrê Iraqê ye.

Berî niha medya Iraqî belav kiribû, ku li ser fermana Ebadî, bêtirî 30 hezar serbaz û karmendên hêzên emnî li parêzgehên başûr û navenda Iraqê hatine belavkirin.

Bi sedema kêmiya xizmetkariyê û gendeliyê û nebûna derfetên kar, ev hefteyek e, li çend parêzgehên başûr û navenda Iraqê xwepêşandanan destpê kiriye û heya niha hejmarek kuştî û birîndar ji xwepêşanderan ketine.

Hikûmeta Iraqê ji bo rê li ber firehbûna xwepêşandanan bigire, ji duh ve internêt ji ser tevahiya parêzgehan birrî ye.

N.O