Esed: Girtina Der'ayê bingehên bidawîkirina şer datîne

Serokê Sûriyê Beşar Esed radigihîne, destkeftên wan li Der'ayê, bingehên bidawîkirina şer li Sûriyê datîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Sûriyê Beşar Esed radigihîne, destkeftên wan li Der'ayê, bingehên bidawîkirina şer li Sûriyê datîne.

Ajansa “SANA” a fermî ya Sûriyê belav kir, îro piştî civîna Serokê Sûriyê Beşar Esed ligel Alîkarê Wezîrê Derve yê Îranê ji bo karûbarên siyasî Husên Cabirî Ensarî ragihand, jinavbirina terorê li Sûriyê, zemînê ji bo gihîştina bi çareseriya siyasî xweş dike.

Hevdem got jî, siyaset û mercên pêşwext ên ku welatên piştevaniya terorê dikin datînin, rê li ber şerê terorê û çareseriya siyasî li wî welatî digirin.

Beşar Esed diyar kir, destkeftên wan ên li Der'ayê pêk anîne, bingehên dawîkirina şer li Sûriyê datîne.  

Artêşa Sûriyê û ji 19ê Hezîranê ve operasyonek li başûrê Sûriyê û parêzgeha Der'ayê dest pê kiriye. hat ragihandin jî artêşa Sûriyê zêdetir ji sedî 80 ji Der'ayê kontrol kiriye.

 

S. B