Zêdekirina budceya NATOyê Rûsya dixe amadebaşiyê de
Rûsî: NATO alaveke rûbirûbûnl ye û ji bo rûbirûbûnê hatiye damezirandin, ev armanca veşartî ya NATOyê ye, lewra divê Rûsya di amadebaşiyê de be.
K24 - Navenda Nûçeyan
Peyvdarê Serokatiya Rûsya Dimetri Beskov ragihand, ku zêdekirina budceya Hevpeymanniya NATOyê, Rûsya neçar dike ku têkeve rewşa amadebaşiyê de.
Beskov ji kenala RT a Rûsî re got: NATO alaveke rûbirûbûnl ye û ji bo rûbirûbûnê hatiye damezirandin, ev armanca veşartî ya NATOyê ye, dema ku ew hevpeymanî eşkere dibêje Rûsya neyara me ye û budceya xwe zêde dike, ev yek tê wateya ku pêwsît e, Rûsya têkeve rewşa amadebaşiyê de û berdewam hişyar be.
Navhatî diyar kir, ku bi sedema gefên NATO, fermandeyên serbazî û serkirdeyên Hikûmeta Rûsya rêkarên pêwîst stendine û hêzên çekdar û pîşesaziya serbazî Rûsî jî, bi tedbîrên pêwîst rabûne.
N.O