Berî lûtkeya Helsînkiyê Erdogan û Trump axivîn
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan bi riya telefonê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re axivî.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan bi riya telefonê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re axivî.
Li gor medyaya Tirkiyê Erdogan û Trump di pêwendiya telefonî de mijara cibicîkirina rêkeftina Menbicê û krîza Sûryê axivîne û amaje kirine ku cibicîkirina rêkeftina Menbicê dê bandoreke erenî li ser hevkariya ji bo çareserkirina krîza Sûriyê bike.
Herwiha Erdogan û Trump tekez kirine, hevkariya xwe pêşvetir bibin. Erdogan herwiha hêviya serkeftinê ji bo hevdîtina Trump û Putîn a li Helsînkiyê xwestiyê.
Biryar e îro li Helsînkiyê paytexta Finlindeyê Serokê Amerîka Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putin di lûtkeyê de bi hev re bicivin û derbarê hin pirsên di navbera Washington û Moskoyê de guftûgo bikin.
S. B