Rojnamevanekî Sûrî li eniyên şer hate kuştin
Peyamnêrekî telefizyoneke Sûrî li Quneyterê di pevçûnên di navbera artêşa Sûriyê çekdarên opozîsyonê de hate kuştin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Peyamnêrekî telefizyoneke Sûrî li Quneyterê di pevçûnên di navbera artêşa Sûriyê çekdarên opozîsyonê de hate kuştin.
Kenala Sema ya Sûrî li ser twittera xwe ragihand, peyamnêrê wê Mistefa Selamê îro li Quneyterê dema bi artêşa Sûriyê re bû, di pevçûnên bi çekdarên opozîsyonê de hate kuştin.
Wê kenalê diyar kir, peyamnêrê wê Mistefa Selamê di encama ketina topeke Hawinê de li devera Til Mesherê de canê xwe jidest daye.
Sûriyê wek metirsîdartirîn welat bo jiyana rojnamevanan tê hejmartin. Li gor raporteke “Peyamnêrê Bêsînor” di şeş mehên destpêkê yên sala 2018an de 7 rojnamevan li Sûriyê hatine kuştin.
S. B