Grûpên çekdar 2 welatiyên Efrînê direvînin

Grûpên çekdar ên ser bi artêşa Sûriyê ve bi revandin û eşkencedana welatiyên Kurd ên Efrînê de berdewam in.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên çekdar ên ser bi artêşa Sûriyê ve bi revandin û eşkencekirina welatiyên Kurd ên Efrînê de berdewam in.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, berî çend rojan xortê bi navê Ebdilrehman Mihemed Tobal ku ji aliyê grûpên çekdar ve hatibû revandin û ji ber ku bi awayekî hovane hatibû eşkencekirin, bo nexweşxaneyeke Tirkiyê hat veguhastin.

Rêxistinê da zanîn jî, rewşa tenduristî ya Ebdilrehman Mihemed Tobal ne cîgir e û rê nayê dayîn ku malbata wî serdana wî bikin.

Li gor jêderên ji Efrînê jî, duhî li bajarê Efrînê grûpeke çekdar welatiyê bi navê Rustem Eslan Mamo ji mala wî revandin û dest danîn ser otombîl û komeke perên wî û ew ber bi cihekî ne diyar ve birin.

Ji dema dagîrkirina Efrînê di 18ê Adara bûrî ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê ve, rojane welatiyên Efrînê rastî revandin, eşkencekirin û dizî û talankirinê tên.

 

Ebdilrehman Mihemed Tobal
Ebdilrehman Mihemed Tobal
Rustem Eslan Mamo
Rustem Eslan Mamo

 

S. B