Dr. Ferhad Pîrbal hat azadkirin
Dr. Ferhad Pîrbal, ku xwediyê bêtirî 70 pertûkan e, û di sala 1994an de, bawernameya Diktora di warê "Dîroka edeb a nû ya Kurdî"de, ji zanîngeha Sorbonê wergirt.
K24 - Navenda Nûçeyan
Rêvebirê giştî yê polîsê Hewlêr ji Kurdistan24ê re ragihand, ku îro Ferhad Pîrbal hat azadkirin û li malbata xwe vegeriya.
Herwiha eşkere kir, ku di demeke nêzîk de, wê Pîrbal bi mebesta wergirtina çareseriya pizîşkî ber bi derveyî welat birê keve.
Ferhad Pîrbal, nivîskar, lêkolîner û mamosteyê zanîngehê, di sala 1961ê de, li Hewlêrê jidayik bûye, di 8ê Adara îsla de hatibû zindankirin.
Pîrbal di sala 1984an de, li zanîngeha Silêmaniyê, xwendina xwe bidawî kir, piştre çû Almanya li Danîmark jî du salan ma, paşê bi bexşîneyekê ji aliyê Hikûmeta Firensa, ku ji aliyê Enîstîtoya Kurdî li Parîsê tê dabeşkirin, çû Firensa û çend salan li wî welatî jî ma.
Dr. Ferhad Pîrbal, ku xwediyê bêtirî 70 pertûkan e, hefteyekê piştî wergirtina Diktorayê ji zanîngeha Sorbonê, di warê "Dîroka edeb a nû ya Kurdî"de, di sala 1994an de, vegeriya Kurdistanê û li zanîngeha Selahedîn wek mamoste hat damezirandin.
N.O