Armanca YNK, rêkeftinek hevseng ligel PDK ye

Civata Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê radighîne, ligor nexşerêya Yekîtî, danûstandinên wan ligel Partiya Demokrat a Kurdistanê berdewam dibin, heta bigihin rêkeftineke hevseng, ligor rewşa Kurdistan, Îraq û navçeyê

K24 – Navenda Nûçeyan

Civata Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê radighîne, ligor nexşerêya Yekîtî, danûstandinên wan ligel Partiya Demokrat a Kurdistanê berdewam dibin, heta bigihin rêkeftineke hevseng, ligor rewşa Kurdistan, Îraq û navçeyê. Herwiha ragihand ku, di vê hefteyê de şanda Yekîtî dê civînên xwe ligel aliyên Kurdistanî û Iraqî berdewam bike.

Derbarê rewşa Iraqê, serkirdayetiya Yekîtî radighîne ku, ji encamên  krîza darayî û gendelî û şkestina projeyan, hejmarek ji xelkê parêzgehên başûrê Iraqê xwepêşandanan dikin. Wekî her tim jî, ew ligel mafên xelkê ne, lê di heman demê de jî, hemû destdirêjî li ser milkên giştî red dikin. Herwiha hêvîdar in, ev yek bibe waneyek ji hikûmeta bê ya  Iraqê re.

 

 

 

C.B