Opozîsyon û Îranê li ser du 2 gundên Şîe lihev kirin
Li gor rêkeftinekê di navbera Supaya Pasdarên Îranê û çekdarên opozîsyona Sûriyê, zêdetir ji 6 hezar xelkê her du gundên Şîe li parêzgeha Idlibê têne derxistin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li gor rêkeftinekê di navbera Supaya Pasdarên Îranê û çekdarên opozîsyona Sûriyê, zêdetir ji 6 hezar xelkê her du gundên Şîe li parêzgeha Idlibê têne derxistin.
Li gor jêderên ajansa “Reuters” çekdarên Îranî û yên Desteya Tehrîr El-Şamê ji bo gundên Şîenişîn ên li parêzgeha Idlibê “Kefriya û Foa” gihîştin rêkeftinekê.
Li gor rêkeftinê dora 6 hezar gundiyên Kefriya û Foa û 300 Elewiyên ku li cem Desteya Tehrîr El-Şamê girtî ne, ji wan her du gundan tên derxistin.
Li hemberê jî, rêjîma Sûriyê dê hezar û 500 sivîl û çekdarên opozîsyonê dê ji zîndanên xwe azad dike. Herwiha rêkeftin azadkirina 34 girtiyên li cem Hizbulaha Libnanî ne ku di dorpêça Medaya û Zebedanî girtine jî lixwe digire.
Di meha Nîsana 2017an de jî li gor rêkeftinekê, bi hezaran xelkê Şîe ji Kefreya û Foa hatibû derxistin û li hemberê rêjîmê bi sedan xelkê Medaya û Zebedanî yên dorpêçkirî hatin berdan, lê rêkeftin bi temamî neçûbû serî.
Çekdarên opozîsyonê dibêjin, rêkeftinên bi vî awayî, guhartina demografî ya bi zorê ji deverên Sunenişîn re ne.
S. B