Senata Amerika pêşniyara dorpêçê liser Tirkiye dike
Endamên bibandor di Senata Amerika de, projeyasayek amade dikin ku dorpêçên aborî liser Tirkiye bên sepandin. Herweha IMF û Banka Navdewletî (World Bank) jî alîkarî û krediyên aborî liser Tirkiye bibirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Endamên bibandor di Senata Amerika de, projeyasayek amade dikin ku dorpêçên aborî liser Tirkiye bên sepandin. Herweha IMF û Banka Navdewletî (World Bank) jî alîkarî û krediyên aborî liser Tirkiye bibirin.
Di projeyasayê de hatiye ku, Tirkiye mafên mirov û peymanên mafên mirovî yên navneteweyî ku bi xwe imze kiriye binpê dike û jiber vê egerê danûstandinên aborî û pêwendiyên krediyan û deynan ji Tirkiye re dive liber çav bên girtin.
Di daxûyaniya rojnamegerî ya Senata Amerika de berî çendîn rojan hatibû diyarkirin, dive dorpêç jî dinav de helwêst beramberî Tirkiye bê girtin, heta ku keşayê Amerîkî Andrew Brunson û hevwelatiyên din Amerikî bên serbest berdan.
Di dema dawî de pîsporên aborî radighînin ku, Tirkiye daxwaza alîkariyê ji IMF dike û di demek weha de sepandina dorpêçek aborî dikare bandorek xerab a aborî li Tirkiye bike.
C.B