Mîlîşyayên li Efrînê dengbêjekî Kurd direvînin
Grûpên çekdar ên li Efrînê dengbêjekî Kurd ji ber du hefteyan ve revandine û ta niha çarenivîsa wî ne diyar e.
K24 – Navenda Nûçeyan
Grûpên çekdar ên li Efrînê dengbêjekî Kurd ji ber du hefteyan ve revandine û ta niha çarenivîsa wî ne diyar e.
Rêxistina mafê mirovan a Efrînê belav kir, çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê ve Hunermend Hesen Ebdo ê ji gundê Kibêşînê yê navçeya Şêrewa ji berî 2 hefteyan revandine û ta niha çarenivîsa wî ne diyar e.
Ji alîkî din ve, wê rêxistinê belav kir, welatiyê Ereb Rustem Bekûr ku ji xelkên Xûtayê ye û li gundê Qenterê ya navçeya Mabeta niştecih bûye, duh di hewildana pûçkirina mayînekê de canê xwe jidest da.
Artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve ji dema dagîrkirina Efrînê di 18ê Adara bûrî de, rojane welatiyên Kurd ên Efrînê direvînin û eşkence didin, li hember berdana wan jî daxwaza bireke mezin ji pereyan dikin.
S. B