Amerîka û Rûsya kirîza Sûryê gotûbêj dikin

Herdu wezîrên derve yên Amerîka û Rûsya, kirîza Sûrya û awayê gihandina alîkariyên mirovî ji bo wî welatî gengeşe kirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Herdu wezîrên derve yên Amerîka û Rûsya, kirîza Sûrya û awayê gihandina alîkariyên mirovî ji bo wî welatî gengeşe kirin.

Wezareta derve ya Rûsî di daxuyaniyekê de ragihand, ku wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo, di pêwendiyeke telefonî de, dawîn pêşhatên kirîza Sûryê û awayê hevkarî di nav herdu welatan de û gihandina alîkariyên mirovî ji bo Sûryê, li gel wezîrê derve yê Rûsya Sergey Lavrov gotûbêj kir.

Wezareta derve ya Rûsya diyar kir, di wê pêwendiyê de, herdu wezîran behsa pirsgirêkên di navbera herdu welatan û pêwendiyên du alî û nehiştina çekên etomî yên Korya Bakur kirin.

N.O