Amerîka: Divê Kurd tevlî piroseya siyasî bibin
Wezîrê derve yê Amerîka daxwaz ji HSD kir, ku di şerê xwe de yê li dijî çekdarên DAIŞê berdewam be.
K24 - Navenda Nûçeyan
Wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo ragihand, ku divê kesên li bakurê rojhilatê Sûryê dimînin, tevlî piroseya siyasî ya Sûryê bibin.
Mike Pompeo tekez kir, ku ewê li gel Netewên Yekgirtî kar ji bo çareyeke demdirêj ji kirîza Sûryê re bikin û divê tevahiya pêkhateyên Sûrî di çareyê de beşdar bin.
Pompeo kontrolkirina bajarokê (Deşîşe) ji çekdarên DAIŞê, li hêzên Sûrya Demokrat pîroz kir û got: Bi kontrolkirina wî bajarokî, HSD 1200 Kîlometrên çargoşe kontrol kiriye.
Herwiha wezîrê derve yê Amerîka daxwaz ji HSD kir, ku di şerê xwe de yê li dijî çekdarên DAIŞê berdewam be.
N.O