Efrîn.. 2 welatiyan di teqînan de canê xwe jidest dan

Li gundê Birc Heyderê yê Efrînê du bombeyên vedayê teqiyan û di encamê de 2 welatiyan canê xwe jidest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gundê Birc Heyderê yê Efrînê du bombeyên vedayê teqiyan û di encamê de 2 welatiyan canê xwe jidest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

Jêderekî ji gundê Birc Heyderê ya navçeya Şêrewa ji K24ê re ragihand, berî 3 rojan bombeyek li heman gundî dema Ehmed Xelîl Hec Elî bi tirktora xwe cotê xwe dajo, bombeyek vedayî bi tirktorê de teqiya û di encamê Ehmed Xelîl Hec Elî û kurê wî birîndar bûn.

Piştre dema welatiyên gund bi hawara wî ve diçin û ew ber bi nexweşxaneyê ve dibin, bombeyeke din bi otombîla wan de diteqe û wê demê Ehmed Xelîl Hec Elî canê xwe jidest dide û 4 kesên din jî birîndar dibin.

Wî jêderî da zanîn jî, ji ber welatiyê bi navê Mihemed Elî Gulexeyrî bi giranî birîndar dibe, ji bo nexweşxaneyeke bajarê Osmaniyê yê Tirkiyê tê veguhastin, duh jî Mihemed Elî Gulexeyrî li nexweşxaneyê canê xwe jidest dide.

Artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên çekdar ên opozîsyona Sûriyê piştî şerê nêzîkî 2 mehan di 18ê Adara bûrî de derbasî Efrînê bûn û dagîr kirin, ji wê demê ve jî bi dehan bombeyên vedayî bi welatiyên sivîl de diteqin, ku bi sedema wê bi dehan welatiyên Efrînê dibin qurbanî.

Ta niha jî ti aliyekî berpirsatiya xwe derbarê çandin û vedana wan bombeyan de ranegihandiye.

 

Trektora ku bombe pê de teqiya ye / Gundê Birc Heyder
Trektora ku bombe pê de teqiya ye / Gundê Birc Heyder
Qurbaniyê teqînê Mihemed Elî Gulexeyrî
Qurbaniyê teqînê Mihemed Elî Gulexeyrî

 

S. B