Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Kerkûkê kir
Îro şandeke wezareta navxwe ya Herêma Kurdistanê, serdana Kerkûkê kir daku li gel nûnerên wezareta navxwe ya Iraqê li wî bajarî bicive.
K24 - Navenda Nûçeyan
Nûçegihanê Kurdistan24ê eşkere kir, ku îro şandeke wezareta navxwe ya Herêma Kurdistanê, serdana Kerkûkê kir daku li gel nûnerên wezareta navxwe ya Iraqê li wî bajarî bicive.
Li gorî zanyariyên Nûçegihanê K24ê, wê şanda wezareta navxwe ya Herêma Kurdistanê, li gel berpirsên wezareta navxwe ya Iraqê, behsa vekirina riya sereke ya Hewlêr – Kerkûkê bike.
Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya rêvebirê polîsê Hewlêrê Ebdilxaliq Tel'et e.
Ev bû nêzîkî salekê riya Hewlêr – Kerkûkê hatiye girtin.
N.O