Trump ji Rûhanî re: Heddê te ye tu careke din gefan li Amerîka bike

Trump ji Rûhanî re: Amerîka nema ew welat e, li beramberî gotinên te, yên tijî kuştin û tundî, sistiyê bike, ha ji xwe hebe.

K24 - Navenda Nûçeyan

Gefên Amerîkî û Îranê ji hev re, dijwartir dibin û di dawîn gef de, serokê Îranê Hesen Rûhanî, gefa girtina Tengeava Hurmizê û lêdana hêzên Amerîkî û yên hevpeymanên Amerîka kir.

Li ser van gefên serokê Îranê, serokê Amerîka Donald Trump gefên tund li serokê Îranê kir û got: Heddê te ye tu careke din gefan li Amerîka bike û heger tu yek şaştiyê bike, tê rastî hin encaman bê, ku berî te, kesin kêm di dîrokê de rastî wan encaman hatine.

Herwiha Trump ji Rûhanî re got: Amerîka nema ew welat e, li beramberî gotinên te, yên tijî kuştin û tundî, sistiyê bike, ha ji xwe hebe.

N.O