Tirkiye: Em sizayên li ser Îranê rast nabînin
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawîşoglu da xuyakirin, ew biryara dorpêçiya ser Îranê rast nabînin û wê cîbicî nakin. Pêdiviya Tirkiyê bi petrol û gaza Îranê heye û dorpêçî yekser bandor li wan dikin. Da zanîn, ew ji bilî biryara Netewen Yekgirtî, biryarên din bicîh nakin.
K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawîşoglu li Azirbeycanê di konferanseke rojnamevanî de got: "Em dijî dorpêçiyên ser Îranê ne. Em pabendê biryarên Netewên Yekgirtî dibin. Lê Tirkiye ne neçar e biryarên Amerîka û Brîtanya bicîh bike. Yekîtiya Ewropa dorpêçî danî ser Rûsyayê. Em tevli nebûn. Em dorpêçiyan rast jî nabînin. Em vekişîna Amerîka ji rêkeftina Atomî jî rast nabîn, tengavkirina Îranê jî rast nabînin.
Herwiha got: “Şandek ji Amerîkayê hat û li Enqerê me hevdîtin kirin. Me aşkera ji wan re got, Tirkiye ji Azerbaycan, Îran, Rûsya û Iraqê petrol û gaz dikire. Dema em ji Îranê nekirin, emê pêdiviyên xwe ji ku derê dabîn bikin."
Piştî ku Serokê Amerîka Donald Trump di meha Gulana bûrî de vekişîna Amerîka ji rêkeftina atomî ya Îranê re ragihand, Washington fişarê li welatên cîhanê dike ku bi 4ê Mijdara bê re hemû girbestên petrolê yên bi Îranê re bidawî bikin.
Li hemberê jî berpirsên Îranê gefa girtina tengava Hirmizê dixwe û dibêje, heger rê pê neyê dayîn ku petrola xwe bifiroşe, ew jî rê nadin welatên din di wê tengavê re petrola xwe hinardeyî derve bike.
S. B