Di bin çav de pirsa "Kurdistan kû der e?"

Berdevkê Komeleya Gazî û Şehîdên Gezîyê Volkan Kesanbîlîci yê Tirk, ku di heman demê di tevgera bûyerên Gêziyê de çavekî wî kûr dibe, di 15ê Tîrmehê de li ser parvekirinên Twîtirê tê binçavkirin. Di binçav de polîs jê dipirsin "Kurdistan kû dere?" ew jî dibêje, digel Osman Baydemîr difikire û Kurdistan li dilê me ye.

 

K24 – Stenbol

Berdevkê Komeleya Gazî û Şehîdên Gezîyê Volkan Kesanbîlîci yê Tirk, ku di heman demê di tevgera bûyerên Gêziyê de çavekî wî kûr dibe, di 15ê Tîrmehê de li ser parvekirinên Twîtirê tê binçavkirin. Di binçav de polîs jê dipirsin "Kurdistan kû dere?" ew jî dibêje, digel Osman Baydemîr difikire û Kurdistan li dilê me ye.

Volkan Kesanbiliciyê Berdevkê Komeleya Gazî û Şehîdên Gezîyê, di 15ê Tîrmehê de ji ber 4 parvekjirinên xwe yên Twîtterê tê binçavkirin. Ji wan parvekirinan 2 jê li ser Efrînê, yek jê li ser haştaga TAMAM û ya din jî li ser axaftina Osman Baydemîr, ya ku li parlamentoya Tirkiyê ser dilê xwe destnîşan kiribû û gotibû; "Kurdistan aha ev der e." Ji ber van parvekirinan derbarê wî de, bi sedema alîkariya rêxistinên terorê dike, doz hatiye vekirin. Ew li hember vê yekê reaksiyonê nîşan dide û dibêje: Ez piştigirya Osman Baydemîr dikim û Kurdistan li ser dilê me ye. Raveyeke ji vê xweştir jî nîn e.

Berdevkê Komeleya Gazî û Şehîdên Gezîyê Volkan Kesanbîlîcî ji K24ê re li ser binaçavkirina xwe got: "Dema ez hatim binçavkirin, digel pirsên Efrînê, pirsa "ka Kurdistan li kû derê ye" jî, ji min kirin. Min jî got; ew gotin ya Osman Baydemîr e, lê ez piştgiriya wî dikim û Kurdistan li ser dilê min e. Ji avakarê Komara Tirkiyê Mustafa Kemal Ataturk heta Serokomarê niha Recep Tayyîp Erdogan, hemû dikarin dibêjin Kuristan, lê di serî de Kurd û civakên li Tirkiyê dijîn nikarin bibêjin Kurdistan. Divê ev yek neyê kirin, yan na wê di ser qedexeya peyva Kurdistanê re, dijminatiya Kurdan bê kirin."

Volkan Kesanbîlîcî dibêje; Çi cara ku civaka Tirk ya Rojavayê Tirkiyê derbarê Efrînê û bi giştî mil bide têkoşîna Kurdan ya azadî, demokrasî û aştiyê, dewlet êrîşên bêhempa pêk tîne û naxwaze Tirk bi kêşeya Kurdan bihisin. Ew diyar dike, ev binçavkirinên wek kesên wî jî, wek peyamekê ye ji hunermend, rewşenbîr û bîrewerên Tirk re.

Volkan Kesanbîlîcî dibêje: "Em platformeke ji rojavayê Tirkiyê ne. Lê peywendiyên me yên xurt hene bi bajarên Kurdan re. Bi taybet jî, bi malbatên li beramberî zilmê rû bi rû mane. Ji Dayikên Aştiyê bigirin heta Malbatên Roboskiyê. Dema em rewşenbîr, demokrat û hunermendên rojavayê Tirkiyê balê dikişînin ser bipêkirin mafên mirovan ya li bajarên Kurdan, bawer bikin ji Kurdan bêhtir li dijî me raksiyon tê nîşandan. Ji ber ku naxwazin civaka Tirkiyê rastiyên li herêmê bibîne."

Herwiha Volkan Kesanbîlîcî, dide zanîn ku pergala niha welatiyan fêrî sîxuriyê dike li ser medya civakî. Ev yek gaveke bi xetere ye û divê devlet ji vê gavê vegere. Tê xwestin pişta têkoşîn û hevkariya wan ya bi Kurdan re bê şikenandin. Ev rêbaz şaş e, pêwîst e dewlet guh bide welatiyên xwe û bihêle her dû civak birînên xwe bipêçin. Bi jêpirsîn û qedexekirina navê Kurdistanê mesele çareser nabe, yan na wê dewlet nikaribe ji bin vî barê giran rabe.