Rûsya: Êrîşên Israîlî li Sûryê, li dijî DAIŞê bûn

Wezareta berevaniya Rûsî di daxuyaniyekê de ragihand, ku êrîşên duh Israîl li Sûryê encam dane, li dijî çekdarên DAIŞê bûn.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezareta berevaniya Rûsî di daxuyaniyekê de ragihand, ku êrîşên duh Israîl li Sûryê encam dane, li dijî çekdarên DAIŞê bûn.

Di daxuyaniyê de hatiye ku, çekdarên DAIŞê ji herdu bajarokên Naf'a û Şecera yên parêzgeha Qunêtra êrîşî Israîlê kirin û bizav kirin ku hêzên Israîlî têxin karvedanan de, daku êrîşî Sûryê û hêzên rêjîmê bikin.

Herwiha daxuyaniya wezareta berevaniya Rûsî tekez kir, ku hêzên Israîlî êrîşî bingehên DAIŞê li herdu navçeyan kirin û di encamê de tevahiya çekdarên DAIŞê hatin kuştin û sîstema mûşekan ya wê rêxistinê hat jinavbirin.

Şevê din Artêşa Israîlê êrîşî çenda navçeyan li nav Axa Sûryê kir û di daxuyaniyekê de ragihand, ku ew êrîş, bersivek bû li ser êrîşên mûşekî ku ji nav axa Sûryê ve, ber bi Israîl ve hatibûn berdan.

N.O