Navên 1000 kesên di zindanên rêjîmê de hatine kuştin eşkere bûn

Medya opozisyona Sûryê ragihand, ku ew kesana di zindanên rêjîmê de hatine kuştin û ew hezar nav ji koma du hezar û 752 navan e.

K24 - Navenda Nûçeyan

Rêjîma Sûryê navên hezar kuştiyên ku di zindanên wê de bûn, radestî rêveberiya tomara sivîlan kiriye û tevahiya wan kesan ji bajarokê Dareya ne.

Medya opozisyona Sûryê ragihand, ku ew kesana di zindanên rêjîmê de hatine kuştin û ew hezar nav ji koma du hezar û 752 navan e.

Berpirsê doseya girtiyan li Dareya Kamil Ebdilselam ragihand, ku wan kariye heya niha navên 65 kesan ji Dareya piştrast bikin, ku di zindanên rêjîmê de hatine kuştin û malbatên wan hatine haydarkirin.

Rêjîma Sûryê di dema dawî de, dest bi eşkerekirina nav û çarenivîsa  girtiyên li cem xwe kiriye û navên wan radestî rêveberiya tomara sivîlan dike, yan jî malbatên wan haydar dike.

N.O