Hejmara kuştiyên teqînên Siwêda 240 kes derbas kir

Çavdêrgeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan ragihand, ku hejmara kuştiyên êrîş û teqînên duh li parêzgeha Siwêda li başûrê Sûryê, 240 kes derbas kiriye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Çavdêrgeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan ragihand, ku hejmara kuştiyên êrîş û teqînên duh li parêzgeha Siwêda li başûrê Sûryê, 240 kes derbas kiriye.

Duh Ajansa fermî ya nûçeyên Sûryê (Sana) ragihand, ku xwekujekî di nava bazareke bajarê Siwêda de xwe teqand û di encama wî karî de, bi dehan welatî hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.

Wê ajansê da zanîn jî, ku li heman bajarî, hêzên ewlekariyê du terorîstên din kuştin berî ku xwe biteqînin.

Ji aliyê xwe ve, opozisyona Sûryê di daxuyaniyekê de, berpirsatiya wê êrîşê xist stiwê rêjîmê de û got: Dema ku hêzên rêjîmê çekdarên DAIŞê ji kampa Yermûk derxistin, ew li nêzîkî Siwêda bicih kirin û bi vê yekê rêjîm bû sedema bihêzbûna DAIŞê li wê parêzgehê, heya ku rê li ber van êrîşan hat vekirin.

N.O