Esed: Nêzîk dor tê Idlibê

Serokê Sûriyê Beşar Esed dibêje piştî Deraa armanca wan parêzgeha Idlibê ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Sûriyê Beşar Esed dibêje piştî Deraa armanca wan parêzgeha Idlibê ye.

Serokê Sûriyê Beşar Esed ji Medya Rûsya re axivîye û got, kêm ma ye hêzên wan  Başûrê Sûriyê  bi temamî rizgarbikin û piştî wê yekê, dê armanca hêzên hikumeta Sûriyê parêzgeha Idlibê be.

Derbarê derxistina endamên rêxistina Kûmên Spî Esed got, ew bi xwe terorist in û bi alîkariya Ûrdun û Israîl û çendîn welatên Rojava ji Sûriyê hatin derxistin, û endamên wan ên mayî di Sûriyê de jî terorist in û dê serederî li gor wê yekê bi wan re were kirin. Esed herweha di wê hevdîtinê de got,  ji bo  peydakirina aramîyê li Sûriyê û li Rojhilata Navîn hebûna leşkerî ya Rûsyayê pir giring e, di derbarê pirsa vegera penaberên Sûriyê yên li welatên cîran de, Esed bang li penaberên xwediyên karên bazirganî kir vegerin Sûriyê û kar tê de bikin.

 

 

C.B