Navê Pêşmerge di budçeya serbazî ya Amerikayê de

Navê Pêşmerge li budceya serbazî ya sala 2019an a Amerîka hat zêde kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Navê Pêşmerge li budceya serbazî ya sala 2019an a Amerîka hat zêde kirin.

Piştî ku di projeyasaya bûdceya serbazî ya Amerîka ji bo sala 2019an navê Pêşmerge nehatibû, lê piştre û li ser daxwaza hejmareke Kongrêsmanên Kongrês, ew projeyasa hat serrastikirn û navê Pêşmerge hat zêde kirin û alîkariyên Amerîka ji bo Pêşmerge hatiya diyarî kirin.

Ligorî projeyasayê, koma bûdceya ji bo Îraqê 850 milyon dolar e ku jê, 290 milyon dolar ji bo Pêşmerge ye, û piştî serrastkirina pirojeyasayê navê Pêşmerge jî hatiye zêde kirin, û biryar e jî, di yekê meha bê de Kongrês yekem civîna xwe ji bo pejirandina bûdceya serbazî encam bide.

Çend car in, Endamên Civatên Nûneran û Pîran ên Amerîka behsa giringiya rola Hêzên Pêşmerge di alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAÎŞê de, û bi giring dibînin ku di çarçoveya piştevaniya xwe de ji bo Îraqê, di alîkariya Wezareta Pêşmerge de berdewam bibin, ta ku rêgirî li vegera DAÎŞê bikin.

Di bûdceya sala 2017 an de, Amerîka 415 milyon dolar ji bo Pêşmerge terxan kiribû, ew pere jî rasterast ji bo Herêma Kurdistanê dihat dayîn. Herweha bûdceya serbazî ya sala 2018 an jî Amerîka 365 milyon dolarên din, ji bo Pêşmerge terxan kiribû.

 

 

 

C.B