Firokeyên Tirkiye devera Sîdekan bombebaran dikin

Firokeyên şer ên Tirkiyê bi giranî bingehên PKKê li sînorê devera Sîdekan bombebaran kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Firokeyên şer ên Tirkiyê bi giranî bingehên PKKê li sînorê devera Sîdekan bombebaran kirin.

Nûçegihanê Kurdistan 24 li Soran ragihand, îşev Firokeyên şer ên Tirkiyê bi giranî baregehên Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê li sînorê gundên Xelîfan, Elkan, Goreşan, Lîlkan û derdora Çiyayê Dêl li devera Biradost li sînorê bajarokê Sîdekan bi dirêjahiya 30 kîlometir di nav xaka Herêma Kurdistanê de bombebaran kirin.

Nûçegihanê Kurdistan 24 got jî, tevî ku ti welatiyên sivîl nebûn e qûrbanî, lê welatiyên wan gundan nikarin ji malên xwe derkevin, û jiyana wan di metirsiyê de ye.

 

 

C.B