Trump gefê li Tirkiyê dixwe û Enqere jî bersivê dide

Hikûmeta Amerîka dana qerzekê bo Tirkiyê bi merc dike û Serokê Amerîka Donald Trump gefa sepandina sizayên aborî li ser Tirkiyê dixwe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Amerîka dana qerzekê bo Tirkiyê bi merc dike û Serokê Amerîka Donald Trump gefa sepandina sizayên aborî li ser Tirkiyê dixwe.

Piştî alozbûna pêwendiyn di navbera Tirkiye û Amerîka de piştî desteserkirina qeşeyekî ji aliyê desthilatên Tirkiyê ve, Komîta Pêwendiyên Derve do Kongressa Amerîka de razî bû, bi merc qerzekê bide Tirkiyê.

Di wê derbarê de, Sînator Bob Corker got: “Me berê Tirkiyê ji encamên xirab ên desteserkirina qeşe Andrew Brunson agahdar kiribû.”

Tevî projeya Kongressê, bo cibicîkirina wê biryarê pêwîst e Serokê Amerîka Donald Trump li ser wê biryarê îmze bike.

Hevdem, Donald Trump aşkere kir, ew dorpêçeke tund li ser Tirkiyê disepînin, heger Tirkiye wî qeşeyî serbest bernede.

Trump di Twittera xwe nivîsî: Pêwîst e Tirkiye di zûtirîn dem de qeşe Andrew Brunson azad bike, heger na jî, siza li ser Tirkiyê tên sepandin.

Berî demekê jî Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence jî derbarê azadkirina wî qeşeyê Amerîkî de, gefa sepandina dorpêçeke tund li ser Tirkiyê xwaribû.

Andrew Brunson ji regeza Amerîkî ye û jidayikbûna sala 1968an e, xwediyê bawernameya zanistên olî ye û ji 23 salan ve li Tirkiyê qeşeyê kenîseya Protestant a Îzmîrê ye.

Andrew Brunson di 7ê Cotmeha 2016an de bi tometa endametiya rêxistina Fethulah Gulan û beşdarî hewla derbeya 15ê Tîrmeha 2016an bûye, ligel 12 heval û hevjîna xwe ji aliyê desthilatên Tirkiyê ve hatibû desteserkirin. Piştî 21 mehan ji zîndanê, pêr dadgeheke Tirkiyê biryar da hat berdan û li malê ket bin rûniştina neçarî.

Li ser gefên Trump, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu li Twittera xwe nivîsî: “Tirkiye li ti gefekê nabore û nakeve bin bandora post û nivîsên ti kesî.” Got jî: “Yasa serwer e û bê cudahî li ser hemû kesan e.”

 

S. B