ENKS: Astanayê gavine balkêş bo dîtina çareseriyê avêtine

Biryar e di dawiya vê mehê de gera 10an ji kongirê Astanayê lidar bikeve û tê de mijarên çareseriya krîza Sûriyê û di nav de Komîta Destûrî dê bêne behskirin, tevî hin siyasetmedar dibînin ev kongir giring e, hin din dibînin ku bêyî nûnertiya hemû pêkhateyan dê biryarên wê li xwe negirin.

K24 – Qamişlo

Biryar e di dawiya vê mehê de gera 10an ji kongirê Astanayê lidar bikeve û tê de mijarên çareseriya krîza Sûriyê û di nav de Komîta Destûrî dê bêne behskirin, tevî hin siyasetmedar dibînin ev kongir giring e, hin din dibînin ku bêyî nûnertiya hemû pêkhateyan dê biryarên wê li xwe negirin.

Bi beşdarbûna Şanderê Netewên Yekbûyî ji bo Sûriyê, gereke nû ji civînên Astanê di navbera dewletên serperişt Rûsiya, Îran, û Tirkiyê dê li dar bikeve, tê de dê behsa karê komîta destûrê jî bibe. Li gorî hin siyasetmedarên Kurd civînên Astanê gavine balkêş ber bi dîtina çareseriya kirîza Sûriyê avêtine, nemaze ku her sê dewletên serperişt roleke way mezin di hundirê Sûriyê de heye. Serkirdê ENKSê tekez dikin jî ku di gel pêşveçûnên prosêsa siyasî tê diyarkirin ku gera bê ji Astanê di gavna nû ber bi çareseriyê ve bavêje.

Endamê Emîndariya giştî ya ENKSê Mihemed Îsmaîl ji K24ê re got: “Li gorî vê qonaxa nuh ya di navbera van dewletan de, Tirkiyê dewleteke li her du aliyan dilîze, ji aliyekî di nava Astanayê de û li aliyê din jî nexşerêyek bi Amerîka re îmzekiriye. Astana dê rola wê hebe, herwiha grûpa 5 +1 jî dê hebe û dê têkliyekê di navbera danûstandinên Astana û Cenêvê de çê bikin, ji ber ku Amerîka û Rûsya xwediyê rola sereke ne di hindurê Sûriyê de.”

Ji aliyê din ve hin pêkhateyên siyasî di hundirê Sûriyê de dibînin ku kongirê Astanê ne ji bo dîtina çareseriyê ji Sûriyê re ye, lê belê ji bo pêkanîna berjewendiyên dewletên serperişt e, li ser wê yekê jî tekez dikin ku çi kongir be, heger nûnertiya tevahiya pêkhateyên Sûriyê û di nav de pêkhateyên bakûrê Sûriyê tê de tune be dê biryarên wê li xwe negrin.

Berdevkê Nivîsgeha Têkiliyên Deplomasî ya TEV DEMê Kemal Akif di di konferanseke rojnamevanî de got: “Heger Astana bi rengê berdewam bike, ti çareseriyê bi xwe nîn e. Ji bo me çi kongir be, heger Astana, Sochi û yan Cenêv be, heger pêkahteyên Sûriyê tê de amade bibin û bi wekhevî  danûstandin bên kirin û îradeya bakurê Sûriyê bibînin, ku ji zêdetirî ji sedî 30 di bin rêveberiya bakurê Sûriyê de ye, wê emê bibînin ku çareserî bipêş dikeve.”

Biryare di 30 û 31ê vê mehê de gera 10emîn ji kongirê Astanê li bajarê Sochi li Rûsiyayê lidar bikeve, û ji bilî biryarên berê pêşbîn e şêwazên karê Komîta Destûrê Sûriyê jî bêne destnîşankirin.