Canpolat êrîşî rejîma Sûriyê dike

Canpolat êrîşî rejîma Sûriyê dike û radighîne, rejîma navborî dixwaze ciwanên Siwêda bi darê zorê di şerê Idlibê de bikar bîn e

K24 – Navenda Nûçeyan

Canpolat êrîşî rejîma Sûriyê dike û radighîne, rejîma navborî dixwaze ciwanên Siwêda bi darê zorê di şerê Idlibê de bikar bîn e.

Serkirdeyê Pêkhateya Durziyan Welîd Canpolat ragihand ku, rejîma Sûriyê nikarîbû rê li pêşiya rûdana êrîşa DAIŞê bo ser Parêzgeha Siwêda girtiba, ku zêdetirî 250 kes bûn e qurbanî. Wî serkirdeyî da zanîn, tevî ku balafirên rejîmê û hevalbendên wê komên terorîstan di dîtin, lê ti reaksiyon ji wan çê nebûye û rê li ber wan terorîstan negirtin.

Canpolat got ku, rejîma Sûriyê dixwaze ciwanên Siwêda bi darê zorê bibe leşkeriya neçar û wan di şerê Idlibê de bi kuştin bide. Herwiha Canpolat daxwaz ji Rûsya kir ku, pêkhateya Durziyan li Siwêda biparêze û êdî Esed wan di şeran de bikar neyîne.

 

 

C.B