YNK, sibe Serok lîsta xwe ya Parlementoya Kurdistanê eşkere dike
Peyvdarê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê eşkere dike, ew dê roja Şemiyê Serokê lîsta Yekîtî ji bo hilbijartinên Parlemana Kurdistanê eşkere bikin
K24 – Navenda Nûçeyan
Peyvdarê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê eşkere dike, ew dê roja Şemiyê Serokê lîsta Yekîtî ji bo hilbijartinên Parlemana Kurdistanê eşkere bikin.
Peyvdarê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê Se'dî Ehmed Pîre di kongreyek rojnamevanî de, naveroka civîna Politburo ya Yekîtî eşkere kir û ragihand, Şemiyê demjimêr Pêncê piştî nîvro, Civata Navend namzedek ji bo Serokatiya Lîsta Yekîtî destnîşan dike. Amaje bi wê yekê jî da, zêdetir ji namzedek ji bo Serokatiya Lîsta Yekîtî heye, û dê hemû wan navan bidin Civata Navendî ya Yekîtî ji bo pesendkirina navan.
Di derbarê pûwendiyên digel Partiya Demokrat a Kurdistanê, Se'dî Ehmed Pîre got, wan digel Partî gavek digel aliyên siyasî yên Iraqî, ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê pêş de çûn e. Diyarkir, Yekîtî amade ye digel hemû aliyên siyasî danûstandinan bike û Yekîtî veto li ser tu kes û aliyekî nîn e.
C.B