Heyvgirtin a sedsalê rû dide...

Îşev dirêjtirîn heyvgirtina vê sedsalê diqewime

K24 – Navenda Nûçeyan

Îşev dirêjtirîn heyvgirtina vê sedsalê diqewime.

Heyvgirtina herî demdirêj a sedsalî diqewime û li Başûrê Kurdistanê heyvgirtin  saet 21:24an destpê kiriye. Gerdûn dê bikeve navbeyna heyv û rojê û bi vî awayî bûyera heyvgirtinê pêk tê, ku dê dirêjtirîn heyvgirtina sedsala 21an be.

 Heyvgirtin dê bi dema Hewlêrê bi şev 21:24 xulekê destpê kir û heta saet 01:19ê nîvê şevê bidawî bibe.

Rêber Rustem  şareza di warê Feleknasiyê de ji Kurdistan 24 re ragihand ku, ji bilî diyardeya heyvgirtina temam, diyardeyeke din ya felekî rû dide, ew jî nêzîkbûna hesareya Merîx  (MARS)ji zevîyê ye.

Heyvgirtin çawa pêk tê?

Heyvgirtin , gava heyv dikeve nava siya Gerdûnê û tîrêjên rojê nagihîjin ser rûyê wê pêk tê. Ji ber vê yekê heyv ji bo demeke kurt tarî dibe, heya ku heyv, dîsa ji siya Gerdûnê derdikeve.

Gava heyv hêdî hêdî derbasî hindirê siya Gerdûnê dibe û bi tevahî tarî dibe, guhertina rengê rûyê heyvê bi çavên tazî pir baş tê dîtin.

 

 

 

C.B