Televîzyonek ji ber weşandina 2 stranên Kurdî tê cezakirin
Komîta Bilind a Televîzyon û Radyoyên Tirkiyeyê ji ber 2 stranên Kurdî ceza da Zarok TVyê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Komîta Bilind a Televîzyon û Radyoyên Tirkiyeyê ji ber 2 stranên Kurdî ceza da Zarok TVyê.
Her du stranên ku di Zarok TVyê de hatine belav kirin “Gula min Cizîra Botan e” û “Kurdistan Pir Şêrîn e” ne. Li gor Komîta Bilind a Televîzyon û Radyoyên Tirkiyeyê ev her du stran bangeşeya terorê dikin.
Herwiha ew komîte dibêje,, hebûna Kurdistanê ji aliyê Komara Tirkiyeyê ve nayê naskirin û di van her du stranan de pesnê Kurdistanê jî tê dayîn.
Komîta Bilind a Televîzyon û Radyoyên Tirkiyeyê dê ji ber van hincetan 5 caran weşana Zarok TVyê rawestîne û bi pereyan ceza bike.
S. B